که سکه سور ( رنگین کمان ) keskesor

زیباترین نماد کنار هم بودن و با هم زیستن

Dengbêj kêne
نویسنده : سروش - ساعت ۱:٠٩ ‎ق.ظ روز ۱۳٩٤/٤/٧
 

Dengbêj, ew kes in ku reng û jiyanê didin dengan û bi peyvan stiranan çêdikin. Dengbêj, neynika gel in, leheng in, evîndar in, dilgeş in, bengiyê dilketiya xwe ne û babetê her pesindariyê ne 

Dengbêj, wêjevan in ku bi pênûsa xwe, hevokan dixemlînin û tam û lezetê didin mirovan. Çawa ku wênesazek bi firçeya xwe wêne dineqişîne, avahîsazek bi hunera xwe koşkeke delal çêdike, herwiha dengbêjek jî, bi dengê xwe qesreke pir xweşik ava dike û nava wê bi awayekî delal dixemilîne, her tiştî bi rêkûpêk bi cih dike


Dengbêj, qesreke pir xweşik di nava mêjiyê mirovan de ava dikin. Dengbêj him wêjevan e, him avahîsaz e, him erdnîgar e, him dîroknas e, him helbestvan e, him pisporên delaliyê ne, him nexş û nemûşên pirtexlît li ser xalîçeyan divhûnin û ji mêjû re dikin mal

Dengbêj, him hekîm in, him jî weke feylesofan in. Mirov bi deng û awaza wan yên xweş û geş, him şad dibin û him xemgîn dibin û herwisa çiqas kul, êş, keder û tengasî hebin, mirov bi stranên wan ji nava dil û hinavê xwe diavêje