فولکلور چیست؟ (Folklor çiye?)

Folklor ew zanist e ku çanda maddî û manewî ya gelêrî li gorî rêbazên xwe yên taybet lêdikole, berhev dike, disenifîne, tehlîl dike û dinirxîne. Folklor ji du bêjeyan pêk tê: folk gel û lore zanist an jî lêkolîn. Bi kurdî tê wateya zanista gelêrî an jî lêkolîna li ser gel. Di zaravayên kurdî de ji bo zanista folklorê bi kurmancî zargotin/zanista gel, bi soranî xelknasî û bi zazakî zanistiya şarî” tê gotin.

/ 0 نظر / 33 بازدید