Keskesor ( مجید شاهدوست - شوط )
Keskesora me heft renge
Bimeş ji bu biharê direnge
Keskesor ji bu baranê dixemilin
Gul dest ji hev berdiden û dişemilin
Tavê da gulan hemo kemilîn
Ewan reng dan tevda xemilîn
Evr der tê pişt çîya û derya
Mendîl dikşîne ser çavê zerîya
Evan zerîyên rengareng
Xureka heyvanên çeleng
Gulên şeqayêq û rihan û beybûn
Rûyê erdê sor kirine vekî xwun
Her yek mizgînî ye ji bu biheştê
Li ser çîya û banî û deştê
Evîna bokê barana şîrîn
Ger nebare erd dibe birîn
Lê keskesora Apê Sorûş
Gel û miletan dike hevdûş
Her gel bi her rengekê
Biken gazî hemo bi dengekê
Werin em bi hev re bijîn
Bi hejê kirin ne bi kîn
Em hemo birayê hevin
Roja tarîyê çirayê hevin