Helbest (عزیز نعمتی )

Ay welat

Xwe li ser min binazîne 

Nazxweşika min

Xwe binazîne.

Nîv nazeka te

Nadim bi hizar silavên xwefiroşan.

Xwe binazîne nazdara min.

،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،

şev dibore sivik razê şaperî.

xerîb xerîb bê mirazê şaperî.

Ji vê axê xewnekê ava bike.

hizir xweşê xewn xwazê şaperî.

،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،

Evîna min

Serê xwe danê ser milê min û razê

bila temen sivik sivik bibore û

bila dîrok bibe landik ji daxwaz û mirazan re

bila wana birazîne

bi laylayek tazî û tal

evîna min

were razê wekê Zînê

bila laşê bitayê te bihelîne

gişt cemeda dilê min û

bibe baran li çavê bibarîne

li ser gorên te û As û Xec û Xezal.......

 

 

،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،

Nizanim dil çima wêran e îşev.

Gelek xwezî dibin efsane îşev.

Xeman xew xwar xeyal pir jan e îşev.

Çima hemêz hela maran e

îşev.

Mirin ger bê tenê derman e îşev.

Xiyanet tête xar baran e îşev.

Eceb tal e dem dewrane îşev! 

 

،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،،!

Li wêraniya dilê xwe de

Bi destên dostnexwazî yên nedost birîndar bûm.

Derya 

Di êşa min de werimî.

Qelişî

Vecirî

Şika...şika ..şika

Ken û şadî

Di hevîrê xeman de

Hatin strandin.

Sebir di qapaxê navê

te de

Qerimî

Qerisî

Cemidî

Şêwilî

Şewişî

Şika...şika...§ika.

Bîranîn

di kul û birînan de

perçivîvî

pindifî

herimî

Dil û kezeb di agirê

hesreta te de

Hatin sotin

AY....WELAT.

 

/ 0 نظر / 44 بازدید