دنگبژهای منطقه : 3- ایران حانم

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Jiyan û serpêhatiya hunermend

 Îran xanim Mucered 

, sembola hemû jinên Kurd Kurdistan, çavkaniyeke mezin a hunerê ye û di nav çanda Kudan de huner cîheke taybet dig...ire. Jinên Kurd jî di pêvajoya karê hunerî de herdem xebat kirine û ked dane, lê kevneşopan nehêlaye bi awayê berfireh jin di qada hunerê de, bi taybet starnbêjiyê derkevin û hêz û şiyana xwe biselimînin. Paşverûtiya kevneşopên civaka Kurdî, berê nîva pêkhata civatê, ango jin ji qada hunerê û warên din bêpar kiribû. Lê gelek jinên Kurd hebûne û hene ku li dijî wan kevneşopan disekinin. Di dîroka netewa Kurd de ligel wan hemû qeyd û bendên civakê, hinek jinên dilêr, netirs û hunerhez hebûne ku bi her awayî be derketine qada huner û muzîk û çanda gelê xwe pêşde birine û hebûna xwe wekî nivîya civakê selimandine. Ji ber ku bedewiya her tiştî di civakê de girêdayî beşdariya jin û mêran bi hev re ye. Pêşengê wan jinên hunermnd, stranbêja navdar û dengxweş Eyşeşan e. Lê li herêma Urmiyê jî Îran Mucered naskirî bi Îran Xanim, rêça hunerê da ber xwe û bû hunermendeke bi nav û deng ya Kurd. Hunermend Îran Mucered bû sembola jinên wê deverê û herêmên din ên Kurdistanê jî. Helbet berî ku Îran Xanim xebata xwe ya dengbêjiyê di radyoyê de dest pê bike, bi salan bû ku li gundên herêma Soma û Biradostê de wek jineke dengbêj hatibû naskirin. Her çiqas ku berî wê jî li deverên derdora bajarê Urmiyê de – heke bi kêmî jî be - jinên dengbêj hebûne, lê ji ber vê yekê ku Îran Xanim rewşeke fermî dabû xebata xwe ya hunerî, wek yekemîn jina Kurd a dengbêj li Urmiyê û herêmên derdora wê tê hesibandin. Jiyan û serpêhatiya Îran Muceredê pêwîstî bi lêkolînên berfireh heye, ji ber ku gellek aliyên jiyana wê veşartî mane, hewce ye zêde şirove û dahûrandin li ser jiyan, serpêhatî û liv û tevger û raman û biryarên wan bên kirin û ji her alî ve bên nirxandin. Emê di vê nivîsarê de hewlê bidin, çend aliyên jiyana wê bixin berbas. Îran Mucered di sala 1329’an a Rojî (1950 – 1951) de, li Gundê Înkesû yê girêdayî herêma Bradost ser bi bajarê Urmiyê li Rojhilatê Kurdistanê ji dayîk bû. Di karê hunermendîyê de nasnava Îran Xanimê bikar aniye. Ew keça Ebdulreman û Perîşanê ye. Malbata wê cotkar bû û jiyana wan bi dijwarî derbas dibû. Îran Muceredê temenê zaroktî û ciwaniya xwe li gundê xwe derbas kir. Piştre ligel kesekî bi navê Seîd re dizewice û li gundê Somanava bi cîh dibe. Seîdê hevserê Îran Mucered, piştgirî da hevsera xwe û bo dengbêjiyê piştevaniya wê kir. Piştre xebata xwe ya hunerî di beşa Kurdî ya radyoya Urmiyê de destpê kir. Lê pey re di sala 1969an de Radyoyê Urmiye, Tehran û Kirmaşanê bi zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî di hefteyê de nîv – du seetan dest bi weşanê kir. Îran Xanim ji ber ku li wir tê naskirin, li ser daxwaza hinek dengbêjên wek Birê, Mistefa Elîzade û Hamid Yusifî, di sala 1349’an a Rojî (1971) de, di beşa Kurdî ya radyoya Urmiyê de dest bi dengbêjîyê kir. Di sedsala borî de, Îran Mucered yekemîn dengbêja jin li Rojhilatê Kurdistanê tê hesibandin ku bi zaravê Kurmancî stran gotiye û berhem pêşkêş kirine. Di xebata xwe ya hunerî de ew qas serkevtî bû ku navê wê hemû sînor derbas kirin û dengê wê yê zelal giha her 4 aliyên welat. Ev yek diselimîne ku ger rê were dan û asteng nebin, jinên Kurd jî xwedî şiyan in û dikarin di her warî de rolê xwe bilîzin û di warên siyasî, civakî, çandî û hunerî de xizmetê bi civakê bikin. Lê mixabin hêj ew derfetên yeksan û wekhev ji bo jinên Kurd pêk nehatiye. Niha di nav dehan û sedan dengbêjên herêma Urmiyê, tenê du sê jin tên dîtin ku di qada hunerê de kar dibin û stranan dibêjin. Îran Muceredê dehan stran gotine ku hinek stranên wê yên giring ev in: Arifo lawo, Bajo Emrê min, Bavê Lalo, Delal ez bi heyran, Delal lo, Delalê malê, Dilê min loy loy, Domam û Pismam, Filîtê Quto, Hedo rabe, Kurê Xelqêyo, Lê lê Yemman (Domamê), Şerê Cezo û Salih Begê û Yar Gewrê û wd... . Ji ber paşverûbûna civaka Kurdistanê û serdestbûna çandên xirab yên civakî piraniya naveroka stiran û lavjên ku Îran Xanimê strîne, folklor in û behsa pirsên wî serdemê yên civaka Kurdan dike. Naveroka piraniya stiranên Îran Muceredê ji destpêka jiyana wê ya duyem heta çaxê ku diçe ber dilovaniya xwe, di warê bêbextiya mêrê Kurd derheq jina Kurd e. Stayla Îran Xanimê taybet e û ger kesek carekê ji dengê wê yê xweş û zelal guhdarî bike, piştre bibihîse, dê bizane ew dengê wê ye. Hinek çavkaniyên nêzîk yên Îran Muceredê diyar dikin, di 31 sala xwe ya karê dengbêjiyê de Îran Xanimê zêdeyî 100 stran çêkirine. Îran Xanimê serê xwe bo kevneşopan netewand Ji zewaca Seîd û Îran Muceredê keçek û du law çêbûn. Lê dema Seîdê hevserê wê, jinekê li ser wê tîne, Îran Xanim napejirîne û ji bo ku teslîmê wê kevneşopê nebe û nekeve nav jiyaneke ne wekhev û helwêstê li bermaberî wê diyarda paşverû bigre, ji mêrê xwe cuda dibe û terka gund dike. Ev yek modernbûna ramanên Îran Xanimê û pêşverûxwaziya wê derdixe holê û şîreteke mezin e bo gellek jinên din ku bi hêsanî neçin bi barê biryara anîna jina duyem ji aliyê hevserên xwe. Herwiha nabe bi xwe jî wek jina duyem biçin ser çi jineke din. Ev du tişt bûne ku Îran Mucereda nemir herdem tekez li ser dikir. Seîd zarok jî jê re nedan û ew bi tenê çû. Heta demekê li cem bavê xwe dimîne, lê piştre ligel Dadaş Nasirî dizewice û li Tehranê bi cîh dibe. Îran Mucered 3 salan li Tehranê dijî, lê piştre diçe bajarê Dîlemanê (Selams) û 15 sal li wir dimîne. Dûre bi hevserê xwe re diçe Urmiyê. Karê wê yê hunerî rastî pirsgirêk û astengan dibe. Ji ber ku rêjîma Komara Îslamî strangotina jinan qedexe kiribû û jinan nediakrîn stranan bêjin, lewra ew astengî jî nikare viyana Îran Xanimê bisekinîne, lewra di van deman de bi veşartî û nehênî xebatên xwe yên hunerî didomîne. Îran Mucered neçar dibe beşek ji stranên xwe dişîne Turkiyê û li wir diweşîne. Ji ber ku belavkirina berhemên Jinan wê demê li Îranê gelek dijwar bû, herçiqas niha jî her dijwarî asteng û qedexeyî her hene, lê hinek rewş baştir bûye. Hunewrmenda dengxweş Îran Mucered, 14’ê Gelawêja sala 1380’(2001)an li taxa Islamabad a bajarê Urmiyê çû ber dilovaniya xwe û mirina wê bû kul û xemeke mezin bo ser dilê hemû evîndarên wê jinan hunermend û hemû hunerhezên Kurd. Hunermend Îran Mucered, di rewşên pirr dijwar de 31 sal xebata hunerî meşand û sedan stran pêşkêşî civakê kirin û dengê wê her dê di nav dilê nifşên pêşerojê de jî zindî bimîne. Lê di serpêhatî û jiyana Îran Muceredê tiştên balkêş, viyan û îrada wê ya xurt, dilêrî, netirsî û hunerheziya wê ye ku heta îro jî bo hemû hunermendan, bi taybet bo jinên Kurd wek sembolekê tê hesibandin

sipas ji bu mamoste karwan kuçer

/ 0 نظر / 26 بازدید