دنگبژهای منطقه: 14- عادل پاچکی

Adil paçikî kurê Muhemed, sala 1955an li gundê Qişlaqê devera Urmîyê hatî ye dine. Adil ji tayîfe ya Paçikî girêdayî bi êla Şikaka ye. Paçikî ji deste ya Kardarî ya Şikaka ne. Paçikî çar bavin

Ferxoyî

Mirêşî

Teterî

Nemankî

Gundên Paçikîya li devera Urmîyê ewin

Qişlaq – Hermuve – Nûrdînava – Diza Sîyavuş

 Adil Paçikî hevde salî ya xwe de dest bi dengbêjî yê kirî ye, û gelek zû karî ye xwe bixe nav refên dengbêjên vê deverê. Xwuda li xweş bî babê wî û mamê wî( Cangîr) herdu jî dengbêj bûne û Adil ji wan dengbêjan telemuz kirî ye û hîn bûye

Ewî digot: mamê min dema cara ewil kilamek ji min bihîst pir xwaşa wî ji dengê min hat û gote min: Adil tu yê bibî dengbêjek navdar , lazim e tu evê hunerê fêr bî û bidumînî. Yek ji ewan kesê ku ez teşwîq kirim ji bo dengbêjîyê rehmetî mamê min bû. Adil gelektir ji 50 kilam û avaz xwe çêkirî ye û her vusa avaz û stiranên gelek dengbêjan jî pir xweş dibêje

Hinek kilamên wî ewane ne

Gewrê - Mazîçinê – kewê – Canê – Xizêm zêrîn û

Ez şevek ji şevê payîza1393(2014)an çome mala wî , Adil gelek cînar û xizm û kesên xwe devet kiribû û hînabû mal , meclisek giran ava kiribû her vusa çend dengbêjên dîye gundê xwe jî înabûne vê meclisê, ewan bi hew ra kilam û stiran gotin û meclis pir germ kirin , heta dawîya şevê gotin û reqisîn. Heyranokên jêr jî ewî dengbêjê dengxweş got û min nivîsî, lêbelê tenê min 10 heyranok bijartin û pêşkêşî we dikim

 

1

Lolo delal malan danîn mêrga mezin

Refê qaz û qulingan bera dibezin

Delalîko eger tu nêçîrvan bî

Lê neger e, xezal ez im

 

2

Heylê delal serê giran, binê giran hindî hev e

Avê çeman û kanîyan derdikeve

Bila xwedê xira bike mala şeytan û fesadê gundê me

Xwazila min dîtiba xevnê çeva ez û tu lê bal hev e

 

3

Lêlê dela çîya bilindin te nabînim

Ezê baqê sosin û beybûna naqetînim

Min sûnd xwarî qurana mala mele

Heta ez dimirim ezê çi dila ser dilê te da nahebînim 

 

4

Llolo delal bakî  tê vo bakî dîn e

Rişîyê şal û egala lawkê min dihegîn e

Tu yê were şevekê nîvê şevê

Temburîka serê xwe reşxizêma min bialîn e 

 

5

Heylo delal ezê pîr bûm gewrê pîr bûm

Ezê ketim nava agirê eşqa gewrê, germayî bûm

Sem xatiê çavê belek, dêmên gulî

Ez evdalê xwudê serê çîya dîl û êxsîr bûm 

 

6

Lêlê canê te Qişlaqê beng e beng e

Bihar e gîya şîn bûn hemû reng e

Kuro lawiko bejna min delal û zirav e

Tu yê were destê min bigire birevîne

Bibe zozanê jorî min direng e

 

7

Lêlê delal te Qişlaqê binya banî

Bihar e malan bar kir, danîn ser kanî

Tu yê were nav taximê sing û berê min nazikê

Devê xwe bike nav cotê zermemika, min nezanî

 

8

Lêlê delal te şehîdê Kêleşînê

Tu yê cuhnî berde ber mahînê

Heçîyê nav du dila û çar çava qise bike

Xwuda lê derêx e derdê kotîbûnê

 

9

Lêlê delal malan danî Kotankilê

Çerçî meçyan e nava êlê

Xelk û alem bûne aşiqê mal û hale dinyalikê

Ez evdalê xwudê bûme aşiqê qotî dermanê ber simbêlê

 

10

Lêlê delal malan danîn van zozana orta bira

Kuro gede, sêzde qula û dazed bira

Xwuda dizanî ez dil nakim ji te bikim çi nifira

Heta tu nebêjî mi xwayê ez nabêjime te bira

/ 0 نظر / 27 بازدید