هه لبه ست (اورمیه گولستانه) سید فیصل مجتوی

 
Urmîye
Gulistane
 
 
Urmîye gulistane hûn werne gulistanê Baxek bi rih û cane hûn werne gulistanê
Baxê vê tejî sêvin sêvê vê xelatîne
Dê bikne xelatê we hûn werne gulistanê
Mêr û jinê vê vêkra horîyê bihiştîne Şerbet bi Milan tîne hûn werne gulistanê
Gundê vê wekî mexmer bajar bi neynûke Pir dîmen û pir xoşe hûn werne gulistanê Urmîyewekî bûke bûkek newekî bûka Mehtê çi kem ez kême hûn werne gulistanê
Sed renga ditevzîne hem sor û zer û şîne Rengan de dixemlîne hûn werne gulistanê
Zozanê vê rengînin befra vê vê şîrînin Şîrîne welatê me hûn werne gulistanê
Mêvan diketin rojê singê xwe çiyayê pan Roj tê dikewe nav mehûnwernegulistanê
Sed deste kesê mêvan hatin bi gulistanê Dîtin bi du çavê xwe hûn werne gulistanê
Bînin hinira şêran hûn bidne gulistanê Şêrin li cihanê de hûn werne gulistanê
Lêvava birûnin hûn seyid re bibên ehsen Kêm gut ji mala me hûn werne gulistanê 

 
 

Seyid
Feysel Moctevî Senendec
2006-05-25 Helbest
: Xezel Wezn :
Mefoûl Mefaiîlon  Mefoûl Mefaiîlon
Behr :
Hezec Mosemen Exreb

 

 

/ 0 نظر / 13 بازدید