دنگبژهای منطقه: 11- بیمال راژانی

Hunermend Bêmal Rajanî li sala 1315’an ya rojî li malbateke hejar û destkurt li gundê Zindeşt li herêma Selmasê ji dayîk dibe. Navê babê wî Îbrahîm û navê dîya wî Besê bûye. Bêmal hêj ji dayîk nebibû ku babê wî li sala 1314’an a Rojî de koça daviyê dike. Dayîka dilovan ya Bêmal bi dîtina zarokê xwe yê sêvî û bê bab û bê milk û mal, navê kurê xwe didane Bêmal, ku bi wateya bê par li hemû îmkanên madî ye.

Piştî heyamekê bi zext û zora Ebdulkerîm birayê besê, wê neçar dikin ku li gel kurapê xwe Mihemed Elî bizewice, û bi vî awayî rûpelek nû di jiyana Bêmal de dest pê dike. Bêmal dewrana zarokatiya xwe li nav kul û derdan û li nav kûçe û kolanên "Zindeştê" li gel dayîk û zirbab û bira û xuşkên babê xwe yê dûyemîn bi navên: Kazim, Esker, û Gozelê derbas dike.

Piştî çend sala, malbata taze ya Bêmal bo yêkcarî gundê Zindeştê bi cih dihêlin û bo herêma Urmiyê û nawçeya deşt li nêzîk herêma mirgewer bar dikin û li gundê Rajanê de nîştecî dibin. Bêmal beşa dûyem ya dewrana zarokatiya xwe li Rajanê de derbas dike û bi derbasbûna zeman Bêmalê zarok hêdî hêdî dibe ciwanekî bedev û egîd.

Navhatî her li temenê xurtatiya xwe de, seba feqra abûrî ya malbata xwe bo têrkirina zikê xuşk û birayên xwe dest bi yarmetîdan bi zirbabê xwe kir û bi vî awayî di warê dabînkirina risqê rojane yê malbata xwe de, bi hemû awayekê û bi karên herî dijwar risqê rojane yê malbatê bi dest danî.

Lê zeman dibihûrî û Bêmalê xurt wek gencekî mezin bû û serbarê hemû djwarîyan Bêmal li buhara sala 1342’an ya rojî li gel keçekê bi navê "Golnaz" xelkê gundê "Êwelih" zewcî ku berhemê wê zewacê heft zarok bi navên: Îbrahîm, Helîme, Şanaz,Rehîma, Şokorîye, Hisên û Zehra bû ku ji blî Îbrahîm ku li sala 1351’ê de koça dawî kir, ên din hemû li bajarê Urmiyê û herêmên derdora Urmiyê jiyanê dikin û tenê kiça wê "rehîma" li Kurdstana Îraqê û li bajarê zaxoyê jiyanê dike. Di rastî de çi yek ji wan zext û zoriyan û êş û azarên jiyanê, nebû sebebê wê yekê ku ew hêz û şiyana ku li Bêmal de hebû ne pişkive, û navhatî her li heyamê ciwaniya xwe de bi dengê xwe yê dilrifên û arambexş civatên wî çaxî yên herêmê û bi taybetî gundê Rajanê germ û gor dikirin û bi beşdarî li rê û resmên xelkê de ew rê û resm pirr ji keyfxoşî dikirin.

Bêmal bi gotina sitranên wek: Filîtê Quto, Ferzinde Begê Celalî, Cewer axa û ... ew bi awayekî hemasî gotine ku bala her guhdarekê bo aliyê xwe radikêşe. Di rastî de ew cure sitrangotin pişkek mezin ji dîroka neteweya Kurd bixwe ve girtiye ku li serdemê berê seba nexwendewariya xelkê, hunermend Bêmal û hunermendên dinê ên Kurdistanê, bi parastina sîng bi sîng ya wan stranan û gotina wan û hin car jî bi çêkirina hin sitranan li ser karesat û bûyerên wî serdemî ku, ewan bi hunera xwe ew dîrok parastine û bi awayê mêlodî bala her kesekê bo wan bûyeran rakêşane.

Hizra huneriya Bêmal

Her hunermendek li jiyana hunerîya xwe de bi mifahwergirtin û evîna hunermendekî din, dest bi karê xwe yê hunerî diket û ji ber vê yekê hunermend bi serdem û dewrana xwe ve girêdayî ye û li ser her bûyerekê nêrîna taybetî ya xwe heye û hunera xwe li serdemê wisa de dafrîne û bi mirovê zemanê xwe bersivê dide.

Hizra hunerî ya hunermend Bêmal zêdetr li hunermendên mezin yên kurd wek: şakro, acî Ewdilkerîm û kawîs axa nêzîk e.

Bêmal hertim wek ewan cehd kirîye ku stranên netewî û lawikên evîndarî li wêjeya hunerîya xwe de, bi mifahwergirtin li peyvên resen yên kurdî û parastina exlaq û nasnameya hunerî û naxê hunera resen ya kurdî û xwandina stranên hunerî cih bide û li heman çaxî de ziman û têgehîştina xelkê wî serdemî bi başî naskirî ye û ji ber vê yekê li awazên xwedê de hertim bi zimanekî kurdan e û sade stran gotine.

 

Bêmal bi peyrewîkirina ji hunermendên wek şakiro, Hacî Ewdilkerîm û kawîs axa lapereyekî zêrîn li hunera kurdên seranserî kurdistanê û bi taybetî herêma urmiyê de afirand.

hunermend Bêmal li heyamê jiyana xwe ya hunerî û hetanî roja ku koça dawiyê kir, nêzîk bi 20 kasêtên curbicur tomar kirin, ku sed heyf û mixabin parek ji wan kasêtan seba kêmtirxemiya me, îro rojê bi kêmî peyda dibin. Dengê dilxoşker yê Bêmalê hunermend her zû karî ku sînorên urmiyê derbas bike û li çaxê jiyana wî de li radyoyên rewan û urmiye û kirmaşanê stranên navbrî bilav dikirin.

Bêmalê hunermend nêzîkî 23 salan tevî hevjîna xwe "Golnaz"ê li gundê Rajanê jiyan kir û mixabin li zistana sala 1365’an, Golnazê Bêmal bi tenê hêşt û koça dawî kir û li goristana gundê Rajanê bi axê hat teslîmkirin. bi mirina Golnaza evîna Bêmal, jiyana Bêmal pir zehmet bû û ji bilî erkê babniyê, navhatî erkê cihê wala yê daykiniyê jî pir kir, da ku zarokên wî hest bi nebûna cihê wala yê dayka xwe nekin. Bêmal li heyamê piştî mirina Golnaza xêzana xwe bi evînekî taybetî zarokên xwe li hembêz girtin û li rêya xizmet bi zarokên xwe de, ji çi fîdakarîyekê xwe neparast.

Lê dûrketina xêzana wî ya emegdar zor nekêşa û li nîwa manga sala 1366’an a rojî, di çaxekê de ku li gel hejmarek ji xelkê gundê Rajanê bo peydakirina risqê rojane yê zarokên xwe çûbû Kurdistana Turkiyê, li çaxê vegeryanê ji gundê "Şkevtan"a Kurdistana Turkiyê, li nêzîk gundê "Cêrmê"û li cihekê bi navê "Zînya tabota" seba hatina renyê li hevalên xwe diveqete û paş çend demjimêran li temenê 51 saliyê de canê xwe ji dest dide. Piştî çend rojan bi xebat û zehmeta xelkê Rajanê, termê bê canê Bêmal li nav befrê de peyda dikin û li rêkewta 20’ê Sermaweza sala 1366’an li goristana gundê Rajanê li tenişt havjîna vê "Golnaz"ê bi axê hate teslîmkirin û bi vî awayî paş çend mangan li mirina Golnazê, Bêmalê evîndarê wê, ew bi tenê nehêşt û çû cem aramgeha wê ya ebedî..

Bi mirina hunermend Bêmal, xelkê Kurdistanê yek ji mezintirîn hunermendên xwe yên wê herêmê û zarokên wî jî babekî dilsoz ji dest dan.

Mirina Bêmal eger çi karesatekî bi xem bo hemû xelkê herêmê bû، lê dengê wî yê tejî ji evîn û welatperweriyê û xizmeta wî bi tore û wêjeya Kurdî tucar namre û navê wî dê li lapereyên zêrîn yên hunermendê Kurdistanê û bi xasmanî herêma urmiyê bihête nivîsandin 

Bi mirina Bêmal û bi derbasbûna zeman, tenê yadgarê wî, wate kurê wî bi navê Hisên, Ku hunermendekî deng xweşe, li rêya babê xwe de dirêjiyê dide xizmet bi çand û toreya Kurdî û dengê wî wek yadgarek ji Bêmal re, wek mîrat bo wî bi cih maye

Havîna sala 1393 rojî, gundê Rajan. mala Hêsên kurê hunermend Bêmal. ku be xwe jî dengbêjekî dengxweş e

/ 0 نظر / 26 بازدید