شعر از: استاد نوروز علی نوروزی ( وه لات )

welat

Şevek ez bûm û dildarî xeredmend

Je dîdarê wî dil bû şad û xorsend

Ve dengê dutar û ve dengê navê Îran

Je şuqê êşq çavî de me bû giryan

Weqtê wî şûr û şoqa yar le me dî

Ve şîrînî je me mestane pirsî

Bê we azîz welat yanê çi dilver

Ku dil bî yad wî dil nîne dilver 

Le bin vê beyreqê sê reng rûniştim

Dilê xwe ez je donyê pak şûştim

Temamê derîyan le ser xwe qufl û best kir

Bicuz derê êşq ku me le xwe vekir

Ve yarîyê êşq me kelamê nab go

Wesfê welatê xwe me hakana go

Welat yanê ev darêneyê ve rîşe

Esîl û salim por behre têmîşe

Welata me ye seraser iftixar e

Je Cemşîd  va , je Kêy ,va yadigar e

Welat yanê kelamê pakê Kurmênc

Nigehbanê temamê xakê kurmênc

Welat esl û neseb( nijad) Aryayî

Nicabet , mêhrebanî û sefayî

Welat yanê , Evêsta xwendin dil

Ve ayînê Ehûra mandinê dil

Welat şûşe Çixa zenbîl e Karûn

Rûdxanenê Eres Zayende Cêyhûn

Welat tîr û kemanê Areşê ye

Ketine nav arê Sîyaveşê ye

Welat Firdusî ye Şahnama wî ye

Ku Îran zinde je hengama wî ye

Welat dengê Rexşe, bangê Şebdîz

Nehîve Rustem ve gulbangê Pervîz

Welat çeng û dest û penceyê Nikîsa

Xwendenê Barbud, Xusro û Asa

Welat neqş û nigarê Textê Cemşîd

Durêyê serfirazîyê  Textê Cemşîd

Welat qanûn( menşûr) azadî Kûruş

Celalê ve revşê xwînê Sîyavuş

Welat hêşîn je dîne Babekê pak

Je xwîn wî rengîn bûye rûya xak

Welat Yeqûbê lêys anîye serkar

Pêyê wî Nadir şehê Fîrûz Efşar

Rûyek le welat , rûya Mazîyar e

Rûya din Ebûmuslim le ser kar e

/ 0 نظر / 28 بازدید